Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Kobaniyê bi malbatên dîlan, malbatên şehîdan û wan şervanên ku ji dîlbûnê hatine berdan re civiya.
Mezlûm Ebdî di civînê de da zanîn ku hewldanên wan ên ji bo azadkirina hemû dîlan didomin.
Malbatên dîlan xwest ku aqûbeta zarokên wan were eşkerekirin û hewldanên ji bo vegerandina wan werin lezkirin.
Malbatan her wiha nêzîkatiyên hikûmeta demkî yên derengxistina serbestberdana dîlan jî rexne kir.
"Dosyeya dîlan armanca me ya pêşîn e"
Li gorî nûçeya ANHAyê, Mezlûm Ebdî diyar kir ku dosyeya dîlan armanca pêşîn a hêzên wan e û got:
"Hêzên me bi berdewamî vê dosyeyê dişopînin û hewl didin di demeke kurt de encamên berbiçav bi dest bixin."
Ebdî destnîşan kir ku xebatên wan ên ji bo azadkirina hemû dîlan dê bêyî rawestan berdewam bikin.
Fermandarê Giştî yê HSDyê serdana malbatên wan kesan jî kir ku di êrişên 6ê Kanûna Paşîn a îsal de canê xwe ji dest dabû û sersaxî da wan.
Ebdî anî zimên ku ew fedakariyên ku zarokên wan ji bo parastina herêmê kirine bi qedr û qîmet dibînin.
Di êrişan de 264 kes şehîd ketin
Destpêka îsal (2026) komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Di encama van êrişan de 264 sivîl û şervan şehîd ketin ku 120 kes ji wan ji bajarê Kobaniyê bûn. Her wiha gelek kes jî dîl hatin girtin.
Ji wan dîlan 31 kesên ji Kobaniyê hatin berdan û hîn jî 39 kes dîl in.
Ew şervanên ku hatine berdan, piştî ku hatin tedawîkirin erkên xwe yên di nava hêzên leşkerî de didomînin.
Li aliyê din, Fermandarê Giştî yê HSDyê bi wan şervanan re jî civiya ku dîl hatibûn girtin û di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn de hatibûn berdan.