Mezlûm Ebdî li gel ENKSyê civiya

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi şandeyeke Serokatiya ENKSyê re civiya.

Li gorî agahiyên taybet ên Rûdawê, Mezlûm Ebdî doh bi şandeyeke Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li hev civiyan.

Çavkaniyeke ji Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re da zanîn ku di civînê de derbarê girîngiya rêkeftina agirbestê de dan û standin hat kirin û rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

“Divê xelkê sivîl ji şer bê dûrxistin”

Şandeya Serokatiya ENKSyê helwesta xwe zelal kir û da zanîn ku pêwîst e kar bê kirin da ku herêmên Kurdan û xelkê sivîl ji her şer û pevçûneke leşkerî bên dûrxistin ku dibe sedema pêlên nû yên koçberiyê.

Çareseriya bi rêya diyalogê

Her wiha di civînê de teqezî de hat teqezkirin ku divê pirsgirêkên bi Şamê re bi bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Kurdistan Haberleri

Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Mehmet Sîrac :Kurdistan Yek Welat e, Rojava, Rojhilat e!
PWK û PSKyê li Îzmîrê, li ser pêşhateyên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê semînerek li dar xistin
Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan: Êzidiyên ku ji Kampa Holê reviyane bila pêwendiyê bi me re deynin
Banga Kurdên Ewropayê: 'Ji xeynî federasyonê Sûriye bi rê ve naçe'
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn