Mezlûm Ebdî: Leyla Qasim mînaka serbilindî û rûmeta jina Kurd e

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di salvegera şehîdbûna Leyla Qasim de peyamek belav kir û tê de tekez li ser berdewamiya têkoşîna li ser şopa wê kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê) di peyamekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê ragihand: "Leyla Qasim, keça Başûrê Kurdistanê, mînaka serbilindî û serfiraziya jina Kurd e, ku bi hevalên xwe re rûmeta Kurdan parast."

Mezlûm Ebdî di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser qehremaniya jinên Kurd û got: "Em Leyla û hemû jinên ku di rêya azadiyê de canê xwe dane, bi bîr tînin. Em ê li ser şopa 'Bûka Kurdistanê' têkoşîna azadiyê bidomînin."

Leyla Qasim di 12ê Gulana 1974ê de ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve hatibû sêdaredan û wekî jina yekê ya Kurd ku di pêvajoya têkoşîna rizgarîxwaziya Kurdistanê de hatî sêdaredan, di dîroka Kurdistanê de cîhekî taybet digire.

Kurdistan Haberleri

Pentagon: Mesrefa şerê li Îranê gihîşt 29 milyar dolaran
NBC News: Heke agirbest xera bibe dê navê operasyonê bê guhertin
Trump ji got: Berpirsên ku dibêjin me çek nedane Kurdan xelet in
Semîra Hec Elî: Perwerdeya bi zimanê Kurdî dê berdewam bike, ev xeta sor e
Cotkarên Kurd li sînorê Sergeranê dest bi xwenîşandanê kir