Mezlûm Ebdî ji bo Pêşmergeyan sersaxî ji Serok Barzanî re xwest

.

Mezlûm Ebdî derbarê êrişa li Pêşmergeyan di daxuyaniyekê de anî ziman, “Em sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî, hemû rayedarên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwazin.”

Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi mûşekên balîstîk êrişî baregehên wan ên li Îdareya Serbixwe ya Soranê kiriye.

Wezareta Pêşmergeyan li ser êrişa ku li devera Soranê ya Hewlêrê pêk hat daxuyaniyek da.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku Îranê bi 6 mûşekên balîstîk baregehên Pêşmergeyan kirine armanc.

Li gorî zanyariyan, di encama êrişa mûşekî de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo Pêşmergeyên şehîd peyameke sersaxiyê belav kir.

Mezlûm Ebdî xemgîniya xwe ya ji bo şehîdan anî ziman û got:

"Em ji ber şehadeta lehengên wan, xemgîniya xwe bi gelê Kurd ê li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re parve dikin."

Ebdî di berdewamiya peyama xwe de sersaxî xwest û anî ziman:

"Em sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî, hemû berpirsên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwazin.

Her wiha em hêviya şifayê ji birîndaran re dixwazin."

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan