Mezlûm Ebdî: Graham û hevalên wî parêzvanên mafên me ne

.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihand ku ew bi şandeyeke endamên Kongreya Amerîkayê re civiyane û got, “Graham û hevalên wî parêzvanên mafên me ne.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di çarçpveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya Senator Lindsey Graham re civiya.

Di şandeyê de senatorên wekî Sheldon Whitehouse, Jacky Rosen, Peter Welch û Andy Kim jî cih girt.

"Parêzvanên mafên gelê me ne"

Mezlûm Ebdî li ser civînê û helwesta senatoran got:

"Cihê serbilindiyê ye ku em bi şandeya Kongreya Amerîkayê re civiyan.

Di demên borî de ev endamên bi serokatiya Senator Graham bûn ku parêzvanên herî diyar ên mafên gel û hêzên me.

Ew bi berdewamî bi me re di têkiliyê de bûn, wan guh da pêdiviyên me û li gorî rewşa tevgeriyan."

"Yasaya parastina Kurdan"

Mezlûm Ebdî bal kişand ser rola wan a di piştgiriya doza Kurdan de û got:

"Wan di piştgiriya doza me de roleke çarenivîsaz lîst û bi rêya pêşniyar û yasayan piştgiriyeke berbiçav da.

Di nav van de pêşniyara Yasaya Parastina Kurdan heye ku gaveke girîng e û em pê serbilind in."

Fermandarê Giştî yê HSDyê spasiya şandeyê kir û got:

"Em ji ber helwestên wan ên teqez ên ji bo aramiya herêmê û alîkariya bibandor a ji bo Sûriye û gelê wê di vê qonaxa hestiyar de, minetdarê wan hemûyan in.

Ev endam bûn şirîkên serekî yên bihêzkirina dadmendî û azadiya gelê me bûn û hîn jî wisa ne."

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin