Mezlûm Ebdî: Em gihiştin lihevkirinekê ku rê li ber agirbestê vedike

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Bi navbeynkariya aliyên navneteweyî ya ji bo rawestandina êriş û binpêkirinên li dijî xelkê me yê li Helebê, em gihiştin lihevkirinekê ku rê li ber agirbestê vedike.”

Kom û komikên çekdar ên hikûmeta demkî ya Şamê êrişî taxên Kurdan ên li Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) dikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî berê vê sibehê bi rêya hesabê xwe yê Xê postek belav kir û eşkere kir ku ew ew gihiştin lihevkirinekê ku rê li ber agirbestê vedike.

Peyama Mezlûm Ebdî ev e:

"Bi navbeynkariya aliyên navneteweyî ya ji bo rawestandina êriş û binpêkirinên li dijî xelkê me yê li Helebê, em gihiştin lihevkirinekê ku rê li ber agirbestê vedike.

Ev lihevkirin derxistina şehîd, birîndar, sivîlên asêmayî û şervanan ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê ya ber Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve misoger dike.

Em bangî navbeynkaran dikin ku pêbendî sozên xwe yên rawestandina binpêkirinan bin û ji bo vegera ewle ya koçberan a li malên wan bixebitin.

Silaveke bi rûmet ji bo berxwedêrên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, şehîd, heval û malbatên wan û sivîlên ku li ber xwe daye.

Em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin û hêviya şîfaya lezgîn ji birîndaran re dikin."

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin
Li Silêmaniyê bi mûşekan êrişî kampa Komeleyê hat kirin
PDK: Me deriyê dan û standinan negirtiye
Bi dehan welat dixwazin Tengava Hurmizê vebe
Silêmanî: Rê li lijneya Desteya Mafên Mirovan hat girtin ku Lahûr Şêx Cengî bibîne