Mezlûm Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrezorê re civiya

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrezorê re civînek li dar xist.

Li gorî daxuyaniya ku HSDyê, ji bilî Mezlûm Ebdî, Endama Fermandariya Giştî ya HSDyê û Fermandara Giştî ya YPJyê Rohilat Efrîn, Hevseroka Komîteya Diyaloga bi hikûmeta Şamê re Foza Yûsif û Berdevkê Komîteyê Yasir El Silêman, Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê û Meclisa Sivîlan a Dêrezorê û gelek serokeşîr û rûspî beşdarî civînê bûn.

Mezlûm Ebdî di destpêka civînê de axaftinek kir û rûdanên dawî yên derbarê rewşa siyasî, leşkerî, ewlehî û aborî ya li herêmê û Sûriyeyê nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de bal kişandiye ser “girîngiya devjêberdana tevgerên nefretê û xebata hevpar a ji bo pêkanîna aştiya civakî.”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku xelkê Dêrezorê û saziyên wê yên sivîl û leşkerî dê di her peymana ku paşerojê bi hikûmeta Şamê re bê kirin de xwedî rol bin” û got:

“HSD garantiya aramî û ewlehiya li herêmê ye û dê erkên xwe bêyî ti dudilî û bêyî derengî bidomîne.”

Li aliyê din, li gorî Tesaa Worldê Mezlûm Ebdî di hevdîtinê de niyeta HSDê ya “radestkirina saziyên dewletê, di nav de yên leşkerî jî ji hikûmeta Sûriyeyê re” eşkere kiriye.

Eşîran daxuyanî da

Hinek eşîrên Ereb ên li Dêrezor û Reqayê ragihand ku daxuyaniya li dijî HSDyê ya ku li ser navê wan hatibû weşandin sexte ye.

Hinek eşîrên Ereb ên li Dêrezor û Reqayê daxuyaniya ku bi navê 133 êl û eşîrên Ereb ên Sûriyeyê hatiye belavkirin û tê de gef li HSDyê hatibû xwarin daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Eşîrên Ereb ew daxuyanî wekî “projeyeke fitneyê” bi nav kir û got, “Ew daxuyaniya sexte yekîtiya civaka me û aramiya navçeyên me dike armanc.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hin kesên ji derveyî Sûriyeyê bi navên eşîrên wan diaxivin û ev yek hat redkirin.

26ê Tîrmeha 2025an, daxuyaniyek li ser navê 133 êl û eşîrên Ereb ên Sûriyeyê hatibû belavkirin.

Di daxuyaniyê de gef li HSDyê hatibû xwarin ku di demeke herî kurt de çekên xwe radestî hikûmetê bike û ji Dêrezor, Reqa û Hesekê derkeve

Kurdistan Haberleri

Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt
Stephane Dujarric: Di du rojên pêşiyê yên şer de zêdetirî 100 hezar kesan ji Tehranê derketine
Êrîşên esmaniyên Îsraîl û Amerîka bo ser binke û cebilxaneyên rêjîmê bi tundî berdewam in
Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin