Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin

.

MITEX dibe mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn ku li Hewlêrê tê vekirin, Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê jî ji nêz ve serdana amadekariyên wê pêşangehê dike.

Ew pêşangeh li roja Sêşema bê (06.05.2025) li nav Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê li parka Samî Ebdirehman dest pê dike û ji bo dema sê rojan berdewam dibe.

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî eşkere kir, “Ev cara sêyê ye ku Pêşangeha Geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin û wekî mezintirîn pêşangeha geştyarî li ser astê Îraq û deverê tê hesibandin.”

Ji bo ku ji nêz ve haydarî amadekariyan be, Sasan Ewnî serdana wê pêşangehê kir û amadebûna hemî alîkarî û piştevaniyên Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ji bo birêveçûna karên wê pêşangehê bi baştirîn awa tekez kir.

Tevî piroje û kompaniyên mezin ên geştyarî, her du birêveberiyên giştî yên geştyariyê yên Hewlêr û Silêmaniyê û Serokatiya Şaredariya Hewlêrê jî tevlî wê pêşangehê dibin.

K24 

Kurdistan Haberleri

PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN Li Îzmîrê Ji Bo Zimanê Kurdî Çalakîyek Li Dar Xistin
PWKyê li Amedê bi Minasebeta 94 salîya Kovara HAWARê semînerek lidar xist
Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin