Mesûd Tek: Tirkiye dixwaze rêya sivîl-demokrat li ber Kurdan bigre

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek, ji K24 re diyar kir ku biryara destnîşankirina Qeyyûman biryarek siyasî û dijî hiquq û yasayan e.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek, ji K24 re diyarkir, ku biryara destnîşankirina Qeyyûman biryarek siyasî û dijî hiquq û yasayan e.

Ligor Mesûd Tek, egerên liser jikar dûrxistin a şaredarên Mêrdîn, Diyarbekir û Wanê, egerên ne rast in, hîç û pûç in. Ev biryar binpêkirina gelê Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ye. Dengdêrên van her sê bajarên mêzin ên bakurê Kurdistanê, bi iradeya xwe şaredar hilbijartin e. Ger pirsek/pirsgirêkek hebe, dîsa gelê bajêr/dengdêrên bajêr bi hilbijartinê dikare wan jikar dûr bixe û şaredar hilbijêre. Pêvajoya demokrasiyê/hilbijartinê bi vî şiklî ye.

Serokê Giştî yê PSK, danîna Qeyyûman wekî tolhildanek AK Partî jî destnîşan kir, ku bi dengên Kurdan AK Partî şaredarên mezin  li rojavayê Tirkiye, bi taybet Stenbolê wenda kir. Mijara nasandina gendeliyan a Qeyyûman jî, babetek ku AK Partî dixwaze û xwestiye veşêre ye.

Hukimeta Tirkiye ya îro, dixwaze rêya sivîl-demokratîk liber Kurdan bigre û ev dijberiya proseya demokrasiyê ye…

 

Siyaset Haberleri

ZINARA EREBÎ - Ehmed Sofî: Erebên hawirde erdên Kurdan difiroşin
Rêzdar Mistefa Hicrî armanca hevpeymaniyê, xebata hevpar bo herifandina rêjîmê ragihand
Nameyeke taybet ji Trump re: Êrişa li dijî Îranê rawestîne
Ferhan Hec Îsa: Zêdetirî 70 gundên Kobaniyê di destê çekdaran de ne
Mezlûm Ebdî: Heke peymana me û Şamê betal bibe, em dê heta dawiyê şer bikin