Mesrûr Barzanî û Sûdanî axivîn: Komîteyeke hevpar tê avakirin

.

 Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û wekî "êrişa li ser hemû Îraqê" bi nav kir.

Hewlêr û Bexdayê biryar da ku ji bo dîtina êrişkaran komîteyeke hevpar ava bikin.

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêywendiyeke telefonî ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî wergirtiye.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sûdanî "êrişa li Qada Gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kir û wekî êrişa li ser hemû Îraqê bi nav kir".

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan li ser avakirina komîteyeke hevpar li hev kiriye û hat gotin:

"Biryar hat dayîn ku komîteyeke lêkolînê ya hevpar were avakirin.

Ev komîte dê di demeke herî nêzîk de dest bi kar bike ku êrişkar werin dîtin, girtin û cezadan."

Kareba qut bû

Li aliyê din, Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê bilançoya ziyan û qutbûna karebayê ya piştî êrişê eşkere kir.

Êriş bû sedema qutbûna berfireh a karebayê li seranserî Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê û Birêvebirê Giştî yê Kontrola Karebayê Umîd Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “Sîstema karebaya niştimanî ji ber êrişê bi qutbûneke giştî re rûbirû ma.”

Hilberîna enerjiyê rawestiya

Umîd Ehmed bal kişand ser wê yekê ku hilberîna karebaya Herêma Kurdistanê bi piranî pişta xwe dide gaza xwezayî û ev agahî parve kirin:

“Li Herêma Kurdistanê ji sedî 80yê hilberîna karebayê bi rêya santralên gazê tê dabînkirin.

Di encama êrişê de herikîna gazê ya ji bo santralan bi temamî rawestiya.

Ji ber vê yekê sîstem têk çû û ji sedî 80yê karebaya herêmê qut bû.”

Qada Gazê ya Kormorê

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022, 2023 û 2024an jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê 26 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirin
Çalakvana Elewî: Kurd, Elewî û Durzî ne cudaxwaz in, lê nenavendiyê dixwazin
Rêbaz Hemlan: Bexda ti carî êrîşkarên ser Hewlêrê aşkere nake
Qubad Talebanî bangî Bexdayê kir: ‘Dawî li van komên çekdar bînin’
Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da