Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn

.

Parêzgarê Silêmaniyê ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo şopandina şewatên li Silêmaniyê telefonî wî kiriye.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir:

" Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kek Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ji ber van şewatan piştgirî û hevxemiya xwe nîşan da."

Parêzgarê Silêmaniyê da zanîn ku Mesrûr Barzanî sedem û zererên şewatan pirs kiriye, bi taybetî jî şewata vê êvarê ya li nava avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê.

Heval Ebûbekir her wiha got:

"Me ji Serokwezîr xwest ku li ser asta Herêma Kurdistanê komîteyek were avakirin ku sedemên van şewatan werin zanîn û bên kontrolkirin."

Komîteyên lêkolînê hatin avakirin

Parêzgarê Silêmaniyê derbarê rêkarên xwecihî got:

"Niha me li parêzgehê 2 komîte ji bo lêkolîna sedemên şewatan ava kirine."

Şeva borî li taxa Tanceroyê ya Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket ku zêdetirî 3 milyon lître benzîn û gaz tê de hebû.

Ji ber wê şewatê kargeheke qîrê û çendîn depoyên din ên nêzîkî cihê bûyerê şewitîn.

Li gorî amarên Birêvebiriya Tenduristiyê ya Silêmaniyê, di bûyerê de 41 kes birîndar bûne ku 6 ji wan karmendên Birêvebiriya Parastina Sivîlan in.

Îro jî derdora saet 18:30î li nava avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê agir bi benzînxaneyê ket.

Siyaset Haberleri

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin
Serokê Diyarbakirsporê hat girtin: Xwe wekî 'karmendê MÎTê' da naskirin
Rafael Grossi: Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin
Sedema teqîna li avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê diyar bû
Li Sûriyeyê krîza nasnameyê: 300 hezar Kurd hîn jî bê nasname ne