Mesrûr Barzanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê xurtkirina pêwendiyên Hewlêr û Atînayê yên di warên bazirganî û geştûguzariyê de gotûbêj kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê Harry Theoharis qebûl kir.
Dan û standinên bazirganî
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek da û got:
“Her du alî li ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Yunanistanê yên di warên curbicur de hemfikir bûn.
Bi taybetî xurtkirina pêwendiyên dualî yên di warên dan û standinên bazirganî, geştûguzar, çand, şûnwar û tenduristiyê de hat tekezkirin.”
Rewşa Îraq û herêmê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinê da zanîn
“Di beşeke din a hevdîtinê de, derbarê guherîn û bipêşketinên dawî yên rewşa giştî ya Îraq û herêmê bîr û ra bi hev hatin guhertin.
Her wiha tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya herêmê hat kirin.”