Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Mehdî Zana û Leyla Zana dike

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Tebaxa 2026an, di peyamekê de li ser hesaba xwe ya fermî di torên civakî (X) de nivîsî: "Ez sersaxiyê li malbata siyasetmedarê diyar ê kurd Mehdî Zana dikim; rêz û hurmeta min ji malbata wan a birêz re heye, bi taybetî ji xwişka hêja Leyla Zana re." 

Mesrûr Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: "Mehdî Zana yek ji xebatkarên diyar ên kurd bû, ku temenekî dirêj di rêya xebat û têkoşîna gelê kurd de derbas kir; giyanê wî şad û cihê wî bihişt be."

Mehdî Zana di sala 1940î de li navçeya Farqînê ya ser bi parêzgeha Diyarbakirê jidayik bûye. Di destpêka ciwaniya xwe de û ji salên şêstî ve tevlî karê siyasî bûye û di nav tevgera çep û rizgarîxwaza kurd de dest bi têkoşînê kiriye. 

Di hilbijartinên şaredariyan ên sala 1977an de, Mehdî Zana wek berbijêrekî serbixwe û bi piştgiriya berfireh a gel, bû serokê şaredariya bajarê mezin a Diyarbakirê, ku ev wek yekem serkeftina mezin a siyasî û sivîl a kurdan li Bakurê Kurdistanê di wê serdemê de tê hesibandin. 

Piştî derbeya leşkerî ya sala 1980î li Tirkiyeyê bi serokatiya Kenan Evren, Mehdî Zana hat girtin û xistin girtîgeha hejmar 5 a Diyarbakirê ku wek yek ji hovtirîn girtîgehên cîhanê ji bo îşkencekirina têkoşerên kurd tê nasîn. Ew zêdetirî 14 salan di girtîgehê de ma û bi berxwedan û parastina zimanê kurdî bû sembola berxwedanê. 

Mehdî Zana hevjînê siyasetmedar û parlamentera navdar a kurd Leyla Zana ye. Piştî azadbûna xwe, beşek ji jiyana xwe li derveyî welat li Ewropayê derbas kir û çendîn pirtûk li ser bîranînên xwe yên girtîgehê û têkoşîna gelê kurd weşandin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand