Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im Kak Qubad bi zûyî ji vîrusa Koronayê rizgar bibe  

.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re axivî û hêviya zû başbûnê ji vîrusa Koronayê xwest.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Twitterê ragihandiye: ‘’Îro bi telefonê min qiser ligel Kak Qubad Talebanî kir û hêviya başbûnê jê re xwest. Hêvîdar im ku bi zûyî û bi temamî ji vê vîrusê rizgar bibe.

Cihê behsê ye îro Qubad Talabanî di tora xwe ya civakî Twîtterê de ragehandibû: ‘’Piştî testên ku hatin kirin encamên wan derketin û diyar bû ku ez helgirê vîrusa koronayê me, ji ber wê jî pêwîste demekî karantîna bim heta ku ez derbas dikim. Herwaha hêviya selametiyê bo herkesekî dixwazim. Tîka dikim herkesek xwe parastinê berdewam bike.’’

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand