Mesrûr Barzanî bi Serokên Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan re civiya

.

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Dubayê de, îro 5ê Sibatê bi Serokê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan û Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a Îmaratê Mohammad Qerqawî re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka hevdîtinê de pîrozbahî li Mihemed Qerqawî kir ji bo serkeftina "Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan" û destnîşan kir ku ev lûtke niha li ser asta herêmê û cîhanê bûye yek ji navendên herî giring ên nîqaşkirina ayendeya rêveberiyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgirî û hevkariya berdewam a dewleta Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) kir û ezmûna Îmaratê ya di warê geşepêdana aborî û sîstema hikûmetdariyê de wekî "mînakeke pêşkeftî û serkeftî" binav kir û tekezî li ser giringiya sûdwergirtina ji vê ezmûnê kir.

Ji aliyê xwe ve, Mihemed Qerqawî spasiya beşdariya çalak a Serokwezîr Mesrûr Barzanî di lûtkeyê de kir û tekez kir ku Îmarat dê di hemû waran de li ser piştgirî û hevkariya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam be.

Di hevdîtinê de bi taybetî behsa projeya "Platforma Yasayî" hat kirin ku biryar e di demeke nêz de bikeve warê cîbicîkirinê. Ev platform beşek e ji xalên wê "Yadaştnameya Hevtêgihîştinê" ya ku beriya niha di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de ji bo pêşxistina karên îdarî û yasayî hatibû îmzekirin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin