Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî li Îmarata Erebî ye

.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî li Îmarata Erebî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê serdanê de dê bi berpirsên payebilind ên wî welatî re çendîn civîn û hevdîtinan pêk bîne.

Mesrûr Barzanî êvara Pêncşemê gihîşt Ebû Dabiya paytexta Îmarata Erebî.

Barzanî li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Îmaratê Seîd Elhacirî ve hat pêşwazîkirin.

Di serdana ku dê çend rojan biajo de, tê çaverêkirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel rayedarên bilind ên Îmarata Erebî behsa bipêşxistina pêwendiyên dualî, guherînên dawî û rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê bike.

Civîna yekem bi Wezîrê Karên Navxwe re hat kirin

Serokwezîr piştî gihîştina Ebû Dabiyê, bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Navxwe yê Îmarata Erebî Şêx Seyf Bin Zayed Al Nehyan re civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên dostane, alîkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî de ya di warên cuda de kir.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan