Mesrûr Barzanî beşdarî Forûma DAVOSê dibe

.

Cîgirê rêveberê ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku hefteya bê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke bazirganî ya navxwe beşdarî Forûma Aborî ya Davosê dibe.

Cîgirê rêveberê ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed, îro 19ê Çile roja Yekşemê ragihand: ‘’Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Ebu Dabî ye. Herwiha hefteya pêş jî bi serokatiya şandeke mezin a bazirganên navxwe beşdarî Forûma Aborî ya Cîhanî ya Davosê dibe.’’

Li ser hevdîtina Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê jî Ezîz Ehmed got ku gotûbêj li ser asta herêmî dibin, balkişandina ser rewşa Sûriyê û guhertinên li navçeyê û pêwendiyên dualî yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îmaratê hatiye kirin.

Forûma DAVOS kengî ye?

Forûma DAVOSê ya îsal di navbera 20-24ê Çileyê 2025an de, li bajaroka Davos a Swîsreyê bi beşdarîya bi sedan kesayetên wekî lîderên welatan û karsazên cîhanî pêk tê. Forûma DAVOS a 2025an bi sernavê "Ji nû ve avakirina baweriyê” tê lidarxistin.

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn