"Meseleyên Evînê" Çap Bû

.

 

Pirtûka nivîskar Mihyedîn Nahrin ya bi navê Meseleyên Evînê derket. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Nameyê ve hatiye çap kirin. Pirtûk ji 187 rûpelan pêk tê. 

Nivîskar ji destpêka evînê heta dawîya wê behsa her guhertin û rewşa evînê dike. Pirtûk li ser her şekil û cureyê evînê disekine. Nivîskar dema behsa evînê dike ji çîrok, mîtolojî, sînema, muzîk û wêjeyê jî mînakan dide.

Di bergê dawî yê pirtûkê ev hatîye nivîsandin:

"Her dil dixwaze evîndar bibe. Evîndarî li xweşa her dilî û her mirovan diçe. Ji zaroktîya xwe ve me teva li stran û çîrokên li ser evînê guhdarî kirine. Lewma ji berê de em evîndarê evînê bûne. Li her dilî, li her warî û di gelek mirovan de em li şopa wê gerîyane. Lê mixabin evîndarî nabe para her dilî. Ger bibe jî her dil nikare barê evînê ragire. Ji bo meriv di evînê de bi ser bikeve mecnûntî lazim e."

 

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin