Meşa Serxwebûna Kurdistanê

Di 17.12.2016 de ku roja ala Kurdistanê ye, li Danîmarka bi Ala Kurdistanê xwepêşandanekê were pêkhanînê.

Di 26.11.2016ê de Partîyên Kurdistanî û Federasyona Komelên Kurdî li Danîmaraka bihevre ji bo piştgirîya serxwebûna Kurdistanê civînekî pêkhanî.

Di civînê de bû biryar ku dê di 17.12.2016 de ku roja ala Kurdistanê ye, li Danîmarka bi Ala Kurdistanê û diruşm/sloganên ku têde daxwaza Serxwebûna Kurdistanê hene xwepêşandanekê were pêkhanînê. 

Herwiha, biryar hat dan ku ji bo vê daxwazê li derîyê hemî alîyên sîyasî (Konsolxane, wezaret, dem û dezgehên sîyasî û sivîl) bidin. Û ji bo vî karî desteyekî hate helbijartinê.

Biryare ku di roja Ala ya Kurdistanê (17ê Kanûna ewil) de li hemî welatên Ewropa û deverên ku kurd lê dijîn xwepêşanadanên daxwaza serxwbûna Kurdistanê werin lidarxistinê.

Rûpela nû/danmark

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê