Meşa HDPê bi qedexeyan destpê dike

Îro meşa mezin a HDPê ji Colemêrg û Edîrneyê ve destpê dike, lê belê li Colemêrg, Bedlîs, Wan, Şirnex, Edîrne, Kocaelî, Sakarya û Tekirdagê, bo dema 3 rojan çalakî hatin qedexekirin.

Navenda Nûçeyan - Biryar e meşa HDPê ya li Colemêrgê bi beşdarîya Hevserokê HDPê Mithat Sancar û meşa HDPê ya li Edîrneyê jî bi beşdarîya Hevseroka HDPê Pervîn Buldan bihê destpêkirin.

Ev qedexe di demekê de ye ku HDPê xwe bo meşeke mezin amade kirîye. Ew meşên HDPê dê li Colemêrg û Edîrne ve bo Enqere bin.

Plana HDPê ya meşên li dijî jê stendina mafê parlamenterîya 2 parlamentêrên wê, di bin sîya qedexeya çalakîyan de dibe.

HDP dixwaze bêyî molet û bi hebûn wê qedexeyê jî ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê û Edirneyê dest bi meşên xwe bike heya digehin Enqerê.

Hikûmeta Tirkîyê jî bi hincetên ewlkarî û tendurstîyê li 4 parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Şirnex ên Bakurê Kurdistanê hemû çalakî qedexe kirîye.

 

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist