Merkelê jî piştgirî da Macron: Divê artêşeke rastîn a Ewropayê bê avakirin

Serokowezîra Almanyayê Angela Merkel jî piştgirî da Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku gotibû, pêwîste artêşa Ewropayê were avakirin û ev yek bibû sedema nerazîbûna Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Angela Merkel di axaftina xwe li ser dahatuya Yekîtiya Ewropayê (YE) li Parlamena Ewropayê (PE) de, ragihand, “Pêwîste em rojekê li ser avakirina artêşeke rastîn a Ewropayê bixebitin.”

Merkelê bal kişand ser ku dê ev artêş ne beramberê NATOyê be û dikare wek Artêşa Ewropayê di nav NATOyê jî cî bigire.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê