Merkel û Macron bo Îdlibê Banga Hilcivînê Dikin

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanya Angela Merkel bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bi rêka telefonê axifîn.

Navenda Nûçeyan - Macron û Merkel dîyar kirin ku bo çareserkirina alozîya li Îdlibê ew hazir in ku bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Putin re hilcivîneke çarqolî çêin.

Qesira Elyssee bi daxuyanîyekê ragihand ku, Macron û Merkel ji Putin re bal kişandine ser rewşa sîvîlên li herêma Îdlibê û gotine ku divê demûdest agirbest were ragihandin.

Wan dîyar kir ku divê li bakurê Sûrîyê belavkirina alîkarîya mirovî neyê astengkirin.

Her du rêberan gotin ku divê bo kêşeya li Sûrîyê çareserîyeke sîyasî were dîtin û dan zanîn ku ew bo hilcivînê hazir in.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku ji meha Berfanbarê vir li herêma Îdlibê 900,000 kes ji warên xwe derketine.

Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist