Merkel seredana 'Biontech' ê kir: Em di rewşekî gelkî baş de ne

.

 Serokwezîra Almanya Angela Merkel seredana damezrênerên şîrketa BioNtech ê ya Prof. Dr. Uğur Şahin û Özlem Türeci kir û li tesîsa wan geriya. Merkel piştî li tesîsê geriya û ji rêvebirên şîrketê agahiyan sitend weha got:

“Bi lêkolînên we yên bi dehan, niha em bi aşiya we, me karibû ji rêyan rêyekî bibînin da em ji pandemiyê derên. Min pêvajoya hilberînê dît. Dema hun berheman bibînin gelkî balê nakşîne lê bandora wê pir muhteşem e.”

Merkel, sipasiya Özlem Türeci û Uğur Şahin kir û got divê bo zanistê û lêkolînê veberhênan bên kirin. Merkel bo xebatkarên tesîsê got ku bi heyecan û xwestin dixebitin û bang li kesên heya niha deqandina xwe nekirine kir da xwe bideqînin. Merkel weha dewam kir:

“Bi mehaye ku kêm aşiyên me hebûn. Niha em di halekî baş de ne û aşiya me têra me dike.”

Hevkara şîrketê Türeci jî li ser mijarê weha axifî:

“Tesîsa li Marburgê di mijara hilberîna aşiya mRNA yê de yek ji navendên herî mezine. Di tesîsê de 500 xebatkar dixebitin. Em ê heya dawiya salê 1 mîlyar doz aşiya Kovid-19 ê hilberînin. Ne tenê xelkê Almanya lê em dixwazin temamê mirovên dinyayê xwe bigihînin vê aşiyê û em bextewerin ku Almanya destekê bide temamê dinyayê.”

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin