Mêrdîn: Polîsan ciwanekî Kurd li nav bazarê kuştin

.

Li navçeya Midyadê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve polîsan gule berdan kesê bi navê Adem Kara û di encam de Kara canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyan 1ê Îlona 2022ê  li Taxa Işiklar a ser bi navçeya Midyadê ve li bazara ajelan polîsan xwestiye Adem Kara yê 21 salî rawestînin lê ew ranewestiyaye û polîsan gule berdanê. Herwiha Adem Kara yê ku bi guleyên polîsan bi giranî birîndar bûbû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Mêrdînê canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan cenazeyê Adem Kara dê îro Înê 2ê Îlonê li Goristana Kalo ya Midyadê bi axê ve bê spartin.

Malbata Adem Kara diyar kirin ku derbarê wî de ti biryara girtinê nebû û nû ji girtîgehê derketibû. Malbat dibêjin dibe ku tirsiya be û ji ber wê yekê ranewestiyabe û ew dê ji bo rastiya bûyerê dê lêkolîna xwe berdewam bin.

Derbarê bûyerê de heta niha ne Parêzgarî û ne jî Qeymeqamtiya Midyadê ti daxuyanî nedane û hat zanîn ku polîsek hatiye desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand