Hiqûqnasê ji Rojavayê Kurdistanê Umran Mensûr biryarnameya Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer a li ser mafên Kurdan nirxand.
Mensûr got, "Her çi qas ev biryar li gorî daxwaz û bendewariyên destûrî yên gelê Kurd kêm be jî, ji bo ku pirsgirêkê ji siyaseta înkarê derbasî qonaxa dan û standinan dike gaveke girîng e."
Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer biryarnameyek îmze kiribû ku mafê welatîbûnê, statuya ziman û betlaneya fermî ji bo Kurdan li xwe digire.
Hiqûqnasê ji Rojavayê Kurdistanê yê ku li Parîsê dijî Umran Mensûr ev biryar ji Rûdawê re nirxand.
Mensûr tekez kir ku ev gav têra têkoşîna 100 salî ya Kurdan û daxwaza garantiya destûrî nake lê dîsa jî ji bo avakirina zemîneke yasayî biqîmet e.
"Kurd gavên sembolîk naxwazin"
Mensûr diyar kir ku biryarên Ehmed Şer daxwazên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi temamî bi cih nayînin û got:
"Kurd ne tenê gavên sembolîk, dixwazin mafên wan mayînde bibin.
Piştî têkoşîn û şoreşeke sed salî, ew dixwazin ev maf di destûrê de bi awayekî eşkere bên garantîkirin."
Şopên serjimêriya 1962yan tên jêbirin
Biryarnameya Hejmar 13a ku Ehmed Şer ji ber "berjewendiyên niştimanî" îmze kiriye, Kurdan wekî "parçeyekî bingehîn û resen ê gelê Sûriyeyê" pênase dike.
Yek ji xalên herî balkêş ên biryarnameyê betalkirina hemû encamên serjimêriya sala 1962yan a Hisîçayê ye ku bûbû sedem bi sed hezaran Kurd bibin "biyanî" an "bê nasname".
Li gorî vê yekê, rêya welatîbûnê ji bo hemû Kurdên bê nasname yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vedibe.
Her wiha bi biryarnameyê Kurdî wekî "zimanê niştimanî" hat naskirin û Cejna Newrozê bû betlaneya fermî.
"Zimanê fermî û zimanê niştimanî ne heman tişt in"
Mensûr li dijî pênaseya "zimanê niştimanî" ya ji bo statuya Kurdî derket û ev nirxandin kir:
"Li ser vê mijarê rexneyên cidî hene. Kurd dixwazin Kurdî bibe zimanê duyem ê fermî.
Ango dixwazin di nivîsên dewletê, pasaport û nasnameyan de cih bigire; di mufredata perwerdeyê de ne bijarte, bibe zimanê perwerdeyê yê neçarî û fermî.
Naye qebûlkirin ku miletek ji mafê perwerde û axaftina bi zimanê xwe bêpar were hiştin."
"Bêyî şêwira bi partiyan re hat derxistin"
Mensûr şêwaza amadekirina biryarnameyê jî rexne kir û diyar kir ku Ehmed Şer tevger û nûnerên siyasî yên Kurd paşguh kirine û got:
"Ev biryar ji aliyê birêvebiriyeke demkî ve ku bi hilbijartinê nehatiye, bêyî şêwira bi hêzên siyasî yên Kurd re hatiye dayîn.
Ev tê wateya, xwediyê we ez im, ne îradeya we ya siyasî.
Sedam Hisên li hemberî Kurdên Îraqê û Beşar Esed jî li hemberî Kurdên Sûriyeyê nêzîkatiyeke wiha ya lutfê nîşan dabû."
"Ji bo peyamê bidin Ewropayê hat kirin"
Umran Mensûr îdia kir ku ev biryar zêdetirî raya giştî ya navxweyî, peyamek e ji bo qada navneteweyî û wiha axivî:
"Ehmed Şer ev biryarname ne ji bo Kurdan, ji bo cîhana derve derxist.
Ji bo ku sibe dema çû Almanyayê an welatekî Rojavayî karibe bibêje, min mafên Kurdan dan."
Tevî hemû kêmasî û rexneyan jî Umran Mensûr qebûl kir ku biryarnameyê meseleya Kurdan gihandiye asteke nû û gotinên xwe wiha bi dawî kirin:
"Bi vê biryarnameyê êdî wekî ku rejîmên kevn dikirin hebûna Kurdan nayê înkarkirin.
Ev gaveke pêşwext e ku pirsgirêkê ji qonaxa 'tunehesibandinê' tîne qonaxa 'nîqaşê'.
Divê Kurd piştî vê qonaxê li ser maseyê rûnin û vê biryarnameyê bi kar bînin û ji bo ku mafên xwe derxin asta destûrî dest bi dan û standinan bikin."