Mem û Zîn li Kopenhaginê bûn

Êvarekî bi Mem û Zîna Ehmedê Xanî re li Kopenhagin..

Roja înê (11.01.2019) Alternatîfa Kurdî li Danîmarka (AKD) çalakiyekî pêk anî, ku em ketin kûrahiya klasîka Ehmedê Xanî, Mem û Zîn. Di destpêkê de Nûpel û Şoreş (Du ji berpirsên AKD) bi çend stranên xweş bernameyê vekirin.

Taybet strana Mem û Zîn ku di fîlma kevn hatiye bihistin pêşkêş kirin.

Piştre Zana (yek ji endam û berpisê AKDê) pêşkêşiyeke kurt li ser, nerîna netewperestî û siyasî ya Ehmedê Xanî kir. 
Piştre, axaftvana me ya serekî, Orhan Dogru ku romanivîsê kurd e, roman û wergerên wî bi zimanê Danimarkî ne û Mem û Zîn vegerandiye zimanê Danmarkî, axaftineke dirêj li ser jiyan û nêrîna Ehmedê Xanî û destana êvîniyê, çîrok a Mem û Zîn û çend berhemên din ên çirokî anî ziman. Beşdar dibêjin; Me êvareke xweş dabûrand. Ji tamaşekirina flîma Mem û Zîn a kevin gelek kêfxweş bûn.

Li ser navê AKDê Şoreş Qilîçî sipasê beşdaran kir û hêvî kir ku di çalakiyên bi vî rengî de hev bibînin.  

Û got; Em ê bi kefxweşî bi bernameyên bi vî rengî mazûvaniya we bikin..
Rûpela Nû/Danmark

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê