Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me

.

Mem Ararat, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyameke vîdeoyî ya nêzîkî 6 xulekan daxuyaniyên tund û balkêş dan.

Hunermendê navdar ê Kurd Mem Ararat bi taybetî nerazîbûna xwe nîşanî hinek sazî û dezgehên Kurdan û bi taybetî KOM Muzîkê da.

Mem Ararat di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku ew bi salan e rastî neheqiyê tê û diyar kir ku ev 12 sal in di bazara muzîka Kurdî de keda wî tê xwarin û sozên ku jê re hatine dayîn nehatine bicihanîn.

Ararat ragihand ku ew ji ber rexne û kampanyayên reşkirinê yên li ser medyaya civakî neçar maye ku van rastiyan eşkere bike û got, "Sebra min jî sînorekî wê heye."

"Ez ne xulamê bavê kesî me"

Hunermendê Kurd tekez kir ku ew ne li dijî ti partî û saziyên Kurdan e lê ew "koletiya kesî" qebûl nake.

Ararat, KOM Muzîk û birêvebirê wê Erdal Avci bi awayekî eşkere kirin armanc û li pey çû:

"Hûn tam 12 sal in ku bêyî ku bi qasî serê derziyê kedeke we hebe, we dest daniye ser hemû keda min.

Ma ev ne dizîna kedê û zilm e? Ez ne xulamê bavê ti kesî me."

Rewşa aborî û mesrefên bernameyan

Mem Ararat eşkere kir ku wî gelek caran di rewşeke aborî ya nebaş de jî mesrefên xwe û muzîkjenên xwe ji kîsê xwe daye ku beşdarî bernameyan bibe.

Wî diyar kir ku tevî van hemû hewldanan jî wî helwestên neyînî û bêwefayî dîtiye.

Ararat di dawiya peyama xwe de bi tundî anî ziman:

"Çavê we ronî be, êdî derî û paceyên min ji pola ne û heta hetayê li we girtî ne!"

Mem Ararat kî ye?

Mem Ararat sala 1981ê li gundê Girkê Şêxê yê navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya parêzgeha Mêrdînê ji dayîk bûye.

Hunermendê Kurd heta niha ji bilî albuma “Quling, Ewr û Baran”, albumên wekî “Kurdîka” (2016), “Xewna Bajarekî” (2018), “Niştiman” (2019) û “Pesnê Evînê” (2019) derxistine.

Ararat bi şêwaza xwe ya modern a muzîka Kurdî li seranserî Kurdistanê û li Ewropayê xwedî girseyeke mezin a hezkiriyan e û li ser hunera xwe didome.

Kurdistan Haberleri

TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir
Nûnerê Sûriyeyê: Vegera ji naskirina mafên Kurdan nîne
Nûnerê Çînê ji bo Kurdî bangî Şamê kir: Bi baldarî nêzîk bibin
Dawiya Celadê Kurdan
Li Qoserê Çalakvanên Hatibûn Desteserkirin Bi Kurdî Îfadeya Xwe Dan