Mele Silêmanê 86 salî yê ji ber xutbeya Kurdî hatibû girtin hat berdan

.

Alimê navdar û rûspiyê Şemzînanî Mele Silêman Sebrî (Suleyman Sabrî Mavî) yê ku bi hincetên ‘nîmeja cenazeyê gerîlayekê PKKyê kiriye’ û ‘xutbeya înê bi Kurdî xwendiye’ salekê di Girtîgeha Xarpêtê de ma, hat berdan.

Mele Silêmanê ku 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, dê di hepsa malê de bimîne.

Mele Silêman Sebrî ku nexweş e ji aliyê xizmên xwe ve ji girtîgehê hat wergirtin.

Hat zanîn ku Mele Silêman Sebrî yê ku di nasnameya wî de temenê wî 75 sal e lê tê gotin ku temenê wî yê rast 86 sal e, birine bajarê wî Şemzînanê.

Mela Silêman Sebriyê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hat berdan, sala 2024an li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wî yê 8 sal û 9 mehan pesend kir dema hatibû desteserkirin krîza dil derbas kiribû.

Mele Silêman Sebrî, piştî ku ji nexweşxaneyê derketibû, ew biribûn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê.

Navê Sebrî di ‘Doza KCKyê ya Geverê’ de derbas dibû.

Dadgeha Bilind di Doza KCKyê ya Geverê de cezayên girtîgehê yên li 24 siyasetmedaran hatibûn birîn, pesend kiribû.

Dihat îdiakirin ku Mela Silêman Sebrî nîmeja înê ya sivîl daye kirin û xutbeya Kurdî daye.

Di heman dozê de ceza li 24 kesan hatibû birîn û Dadgeha Bilind jî ev ceza pesend kiribûn.

Di nav kesên ku ceza wergirtibûn de Hevseroka Şaredariya Geverê ya wê demê Remziye Yaşar jî hebû ku qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin.

Kurdistan Haberleri

Rêzdar Şaho Teyîb, Rêvebirê Giştî yê Sazîya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragehandinê
Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin