Melayê Cizîrî li Cizîra Bota hate bibîranîn

.

Li Cizîra Bota, Mela Ehmedê Cizîrî ku sedsalên 16 û 17 jiyaye hate bibîranîn. Ji Zanîngehên Bakurê Kurdistan û Zaxo û Dihokê hejmareke mezin a akademîsyen beşdarî çalakiyê bûn û derbarî jiyan û berhemên Melayê Cizîrî de zanyarî dan. Melayê Cizîrî li gel nasnameya edîb û helbestvaniyê, zanistê stêrnasî û felsefeyê jî xistiye nava berhemên xwe.

Li Cizîra Bota, li jêr navê “Stêrka asîmanên î’rfan û Eşqê: Melayê Cizîrî” çalakiyek hate lidarxistin. 

Helbestvan, Edîb û alimê Kurd Mela Ehmedê Cizîrî, sala 1570 li Cizîra Bota jidayîkbûye û sala 1640 dîsa li Cizîrê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Lê Melayê Cizîrî ji Dêrsim heta Amed, Îdir heta Heskîfê gelek deverên Kurdistanê geriyaye û ji gelek alim û melayan sûd wergirtiye. 

Ji Zanîngehên Batman, Sêrt, Wan, Çewlîg, Diyarbekir û Mêrdîn, Zaxo û Dihokê jî hejmarek mezin a akademîsyen beşdarî çalakiyê bûn û derbarê jiyan û zanist û jiyana medrese ya Melayê Cizîrê de zanyarî dan. 

Melayê Cizîrî, li Cizîrê Medresa Sor perwerde dîtiye û perwerde daye. Cizîr di wan deman de qasê Bexda û Şamê, Misir û Îranê girîng bû Melayê Cizîrî zanistê felsefe û stêrnasiyê de bipêş ketiye. 

Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên