MEKKE: Bi xêr hatî Dewleta Kurdistanê

Kurdên ji bo ferza hecê çûne Erebistana Siûdiyê weke dewlet pêşwazî li wan hatiye kirin û bo wan gotine, “Heciyên Dewleta Kurdistanê hûn bi xêr hatine.”

Kurdên ji bo ferza hecê çûne Erebistana Siûdiyê weke dewlet pêşwazî li wan hatiye kirin û bo wan gotine, “Heciyên Dewleta Kurdistanê hûn bi xêr hatine.”

Berpirsê Ragihandina Imre û Hecê ya Herêma Kurdistanê li Erebistana Siûdiyê Arwan Stûnî ji Rûdawê re diyar kir ku heciyên Kurd li taxa Cumeze ya Mekkeyê li mizgefta ji bo heciyan hati cudarkirin, bi nivîsa “Dewleta Kurdistana Iraqê” hatin pêşwazîkirin.

Arwan Stûnî amaje kir ku navê Kurdistanê salên dawiyê ketiye pêş û wiha got: “Êdî pêwîst nake em bibêjin em Kurd in. Jixwe dema ku xelkê Siûdiyê me bi cil û Ala Kurdistanê dibînin me nas dikin û pêşwaziyê li me dikin. Rêzê ji Kurdan digrin. Dema behsa Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin, wî weke serokek mezin û bibandor nîşan didin. ”

Stûnî destnîşan kir ku li Erebistana Siûdiyê her sal bi milyonan Quran û risale, Kurdî jî di nav de bi 40 zimanên belav dikin û xwendekarên li wê derê jî sûdê ji wê yekê dibînin.

Berpirsê Ragihandina Imre û Hecê ya Herêma Kurdistanê anî ziman li Erebistana Siûdiyê bi sedan Ala Kurdistanê dîtiye û dema ku li ser êlekên heciyan, kefiyan ala Kurdistanê hebe pêwîst nake bibêje ez Kurdim, ji ber ku li wê derê Kurd bi ala û cilûbergên xwe têne nasîn.

Îsal yekemîn karwana heciyên Herêma Kurdistan 13ê Tebaxê birêket. Ji Hewlêrê hezar 277, ji Duhokê 691, ji Silêmaniyê û rêveberiya Germiyanê hezar 488 kes ji bo ferza hecî çûna Erebistana Siûdiyê.

Berdevkê Pêwendiyê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Merivan Neqşebendî ji Erebistanê xwestibû ofîsa nûneriya Herêma Kurdistanê li wê derê veke.

Konsulxaneya Erebistana Siûdiyê li Hewlêrê di Sibata 2016ê de hatiye vekirin

Rojhilta Navîn Haberleri

Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike
Netanyahu bersiveke tund da Erdogan: Li welatê xwe Kurdan qir dike