Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin

.

 Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin. Wê destûr bibe bingeha derbasbûna ji rêvebiriyê bo dewletbûnê ya Fîlîstînê.

Li gor ragihandina ajansa xeberan ya WAFA ya Fîlîstînê; Abbas gotiye piştî êrîş biqedin, di nava yek salekî de wê hilbijartina serokatiya dewletê û Parlementoyê bibe.

Abbas, wê ji bo yek dewlet û kesên an partiyên ku sîstema dewletî qebûl nekin, wê namzediya wan qebûl nekin û li gor wê jî dê qanûnan amade bikin. Divê her tiştê li Fîlîstîne rewabe, li gor qanûna navdewletî be, li gor biryarên navdewletî be, yek qanûn be û herkes li pey ewlehiya hêzên asayîşê here û kesên vana qebûl neke wê nehêle bibe namzed.

Abbas ji hukumeta Fîlîstînê re gotiye ku li gor Neteweyên Yekgirtî, li gor UNESCOyê ligor standardên wê mufredatan çêbikin û di nav 2 salan de temam bikin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû