Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya ragihand ku ew di nava hewldanan de ne ku sala 2026an geştên asmanî yên rasterast ji Amedê ber bi Hewlêr û Silêmaniyê ve werin destpêkirin.
Ji Balafirgeha Amedê geştên navneteweyî yên rasterast tenê ber bi Almanyayê ve tên kirin.
Her wiha hefteyê carekê jî geştên ber bi Qibrisa Bakur (KKTC) ve hene.
Balafirgeha Amedê di 6 mehên destpêkê yên sala 2025an de xizmet ji bo milyonek û 66 hezar û 228 rêwiyan kir.
Her çi qas amarên 6 mehên dawî yên salê nehatibin eşkerekirin jî tê texmînkirin ku hejmara giştî ya sala 2025an ji 2 milyonan derbas bûye.
Tevî ku ev hejmar girîngiya Balafirgeha Amedê nîşan didin, nebûna geştên rasterast ên ji bo Herêma Kurdistanê bala karsaz û welatiyan dikişîne.
"Daxwaza cîhana kar bihêz e"
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya diyar kir ku ji bo sala 2026an hîn salnameyeke fermî ya geştên ji bo Herêma Kurdistanê nîne lê di sala nû de ev mijar yek ji xalên sereke yên rojeva wan e.
Mehmet Kaya bal kişand ser qebareya bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de û tekez kir ku veguhastina asmanî ya rasterast êdî bûye neçariyek.
Kaya bi bîr anî ku demeke dirêj e di navbera Amed û bajarên wekî Hewlêr û Silêmaniyê de geşt nînin û got:
"Heta niha planeke seferê ya tekez nehatiye ragihandin.
Lê daxwaza cîhana kar a ji bo geştên rasterast gelekî bihêz e.
Ev mijar hem di rojeva me de ye û hem jî di rojeva saziyên herêmê de ye."
"Dibe ku sala 2026an bibe destpêkeke girîng"
Kaya diyar kir ku eger pêvajoyên îdarî û teknîkî bên temamkirin, destpêkirina geştan pêkan e û wiha axivî:
"Dema mirov li qebareya bazirganiyê, serdanên dualî û potansiyela veberhênanê dinêre, eşkere ye ku ev xet domdar e.
Eger hevahengiya di navbera saziyan de bê dabînkirin, dibe ku sala 2026an di vê wateyê de bibe destpêkeke girîng."
Kaya destnîşan kir ku wan wekî DTSOyê dest bi hewldanan kiriye û hem bi odeyên bazirganiyê û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê re û hem jî bi wezaretên pêwendîdar û şirketên asmanî yên Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin.
Serokê DTSOyê tekez kir ku geştên rasterast dê sûdeke mezin bigihînin aboriya herêmê û da zanîn:
"Pêwendiyên bazirganî yên bihêz ên Amedê bi Herêma Kurdistanê re hene.
Lê nebûna veguhastina rasterast ji bo bazirganî, geştyarî û veberhênanan dezavantajeke cidî ye.
Vekirina vê xetê ne tenê ji bo Amedê, dê ji bo aboriya hemû herêmê bibe alîkar.
Em dê şopînerê vê mijarê bin."