Mehmet Kaya: Amadekariya vekirina Deriyê Nisêbîn - Qamişlo tê kirin

.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya dibêje, divê demildest Deriyê Sînorî yê Nisêbîn-Qamişlo were vekirin, ku bi qasî agahiyên wan bi dest xistine desthilat jî dixwaze derî bide vekirin û bo vê yekê jî rayedarên dewletê dest bi amadekariyen kirine.

Mehmet Kaya ji Kurdistan24ê re got: “Pêwîste ku demildest deriyê sînorî yê navbera Qamişlo-Nisêbîne de vebe. Me di vê çarçoveyê de hevdîtin jî pêkanîn û di van hevdîtinan de em pê hesiyan ku dê di demeke nêz de gavek were avêtin û dê pêşî rê ji bo alîkariyên mirovî were vekirin û paşê jî dê bazriganî dest pê bike.”

Herwiha got: “Vê pêşhatê kelecanek jî xist nava karsazan jî. Ji ber ku ji dêvla ku em 570 kîlometre biçin û ji deriyê Cîlvegozu bazirganiyê bikin emê ji deriyê ku nêzîkî me ye bazirganiyê bikin. Ji xwe em nikarin 570 kîlometre biçin û bi kompaniyên wê derê re bikevin rikeberiya bazirganiyê.”

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê da zanîn jî: “Qasî ku em dibînin desthilat jî dixwaze derîyê Nisêbîn-Qamişlo vebe, desthilat giringiya wê dizane. Li aliyê Nisêbîne bingeha bazirganiyê amade ye hemû amadekarî bo bazirganiyê hatine kirin, li aliyê Qamişlo jî amadekarî ber bi dawî ve diçin, li gorî agahiyên destê me de dê heta dawiya adarê amadekarî werin kirin.”

(K24) 

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin