Media Tirk: 25 şervanên YPG li başûrê Cerablusê hatin kuştin

Berpirsên tirk dibêjin ku armanca vê operasyonê baqijkirina sinorê di navbera Sûriye û Tirkiye ji DAIŞê û rawestina pêşveçûnên YPG li rojavayê çemê Firatê ye

Media tirk radigihîne ku iro (28.8.2016) 25 şervanên YPG (Hêzên Parastina Gel) di encama êrîşên ezmanî yên balefirên "Hevpeymaniya Navneteweyî" de li başûrê Cerablusê hatine kuştin.

Li gor rojnameya "Daily Sabah" ya ku bi zimanê Ingîzî der diçe û nêzîkî Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ye, van êrîşan rû da dema "grûpên terorîst" hêzên tirk û hevalbendên wan li başûrê Cerablusê jibo xwe kirin armanc.

Serê sibiha îro hinek alavên ragihandinê yê tik amaje pê kirin ku leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest da û 2 din brîndar bûn di encama mûşekeka YPG de ku ji bakurê Minbicê hatibû berdan, lê YPG di belavokekê de got ev nûçe bê bingeh e.

Berî çar rojan Tirkiye li gel çend grûpên rikeberên Esed ên ereb û tirkmen dest bi operasyona "Mertalê Firatê" kir. Berpirsên tirk dibêjin ku armanca vê operasyonê baqijkirina sinorê di navbera Sûriye û Tirkiye ji DAIŞê û rawestina pêşveçûnên YPG li rojavayê çemê Firatê ye. Di "Mertalê Firatê" de hêzên tirk û hevalbendên wan li Sûriyê ji aliyê hêzên ezmanî yên tirk û emerîkî ve tên palpişt kirin.

Berî nêzîkî du hefteyan, Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) ku ji YPG û hinek eşîrên ereb pêk tên bajarê Minbicê ji bin kontrola DAIŞê derxistin û ew radesestî konseyeka sivîl kirin ku piraniya endamên wê alîgirên rejîma Esed in.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran ji kuştin û girtina Kurdan têr nabe
Amerîkayê êrişî 3 tesîsên nukleerî yên Îranê kir
Serokwezîrê Brîtanyayê: Nabe ku Îran çekên atomî çêke
Ji Hikûmeta Iraqê daxuyaniya êrîşa Amerîka ya ser Îranê
Li Tehranê şer di navbera hêzên ewlehiyê û komeke çekdar de çê bû