Mazlum Abdî li ser hevdîtina bi Barrack re daxwuyanî da

.

 Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî piştî bi nûnerê DYAyê yê Sûriyê bi Barrack re hevdîtin kir ragihand:

“Ji bo temamê Sûriyeyiyan, em di hedefa xwe ya Sûriyekî yekgirtî de biryardar in.”

Di hevdîtina Abdî û Barrack de fermandarê hêzên navendê yê DYAyê (CENTCOM) ê Amîral Brad Cooper, cîgirê hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Gassan el-Yusuf, hevseroka Rêvebiriya Xweser û serokê daîra pêwediyên kar û barên derve Îlham Ahmed, fermandarê Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rojhilat Efrîn û serokê giştî yê Partiya Dahatû Abdulhamid el-Mehbaş amade bûn.

Mazlûm Abdî li ser hevdîtina bi nûnerê Sûriyê û hem ku balyozê Ankara yê DYAyê Barrack re, di ser hesabê xwe yê Xê de weha ragihand:

“Em bi hevdîtina birêz Tom Barrack û Amîral Brad Cooper serbilind in. Em bo dewama têkoşîna bi IŞİDê ya li Sûriyê, desteka entegrasyona siyasî ya Sûriyê, parastina yekîtiya axa Sûriyê, ji bo rewşekî bi ewle ya ji bo pêkhateyên Sûriyê pêk were, em li ser gelek mijaran axifîn.

Serok Donald Trump û balyoz Barrack, ji bo çareseriya krîzê û ji bo temamê pêkhateyên Sûriyê dahatûyekî baştir çêbibe, ji bo xelkê Sûriyê rolekî samîmî û aktif leyîstin. Em di hedefa xwe ya Sûriyekî yekgirtî û yek Sûriyê biryardarin.”

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên