Mark Savaya hişyariyeke tund da Îraqê

.

Nûnerê Amerîkayê yê Îraqê Mark Savaya derbarê rewşa siyasî û gendeliya li Îraqê peyamek belav kir û ragihand, "Agahiyên hûr li ser wan berpirsên payebilind li cem Washingtonê hene ku pereyên giştî ji bo kirîna xanî û mafê welatîbûnê yê biyanî bi kar anîne."

Mark Savaya doh di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê amaje bi wê yekê kir ku tîmên wan li Îraqê ji bo piştgiriya pêkanîna hikûmeteke nû û "rêgirtina li gihîştina milîsên ser bi Îranê ve ji bo navendên desthilatê" kar dikin.

Savaya her wiha diyar kir ku rûbirûbûna "qeyrana gendeliyê" li Îraqê ji wê jî girîngtir e.

Kirîna pasaportan bi navê sexte

Nûnerê Amerîkayê diyar kir ku ew gihiştine têgihiştineke berfireh li ser wan kesên ku di gendeliyê de ne, di nav wan de "berpirsên payebilind ên hikûmetê û endamên malbatên wan" jî hene.

Savaya gotm "Wan berpirsan pereyên dizî ji bo kirîna milk û malan li çendîn welatan bi kar anîne.

Her wiha bi rêya bernameya veberhênanê ya li hemberî mafê welatîbûnê, pasaportên welatên din ji bo xwe û malbatên xwe kirîne ku hinek ji wan bi navê sexte û nasnameyên cuda bûye da ku ji lêpirsînê birevin."

Cezayên giran

Mark Savaya hişyariyê dide ku gendelî ne tenê ewlehiya nîştimanî ya Îraqê têk dide, di heman demê de dibe çavkaniya darayî ji bo komên "terorîst."

Nûnerê Amerîkayê yê Îraqê her wiha got, "Bi hemahengiya nêzîk a li gel Wezareta Xezineyê ya Amerîkayê û Ofîsa Kontrolkirina Sermayeyên Biyanî, em dê cezayên tund li ser hemû kesên ku tê de ne bisepînin."

Mark Savaya di dawiya peyama xwe de tekez kir, "Ti kes di ser yasayê re nîne û em dê dadperweriyê ji bo gelê Îraqê pêk bînin."

Kurdistan Haberleri

Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurdî li Fransayê Nerwroz Pîroz Kir!
PWK, PSK û HAK-PARê Li Stenbolê Bi Hev Re Cejna Ramazanê û Newroz Pîroz Kirin
ENKS: Li Efrînê heqaret li Alaya Kurdistanê tê kirin
Sîpan Hemo: Yên ku êrişî Kurdan û sembolên neteweyî dikin li pey fitneyê ne
Netanyahu li ser êrişên Îranê axivî: Em şeveke gelekî dijwar derbas dikin