Marco Rubio: Em plana Macron a naskirina Dewleta Filistînê bi tundî red dikin

.

Amerîkayê biryara Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a ji bo naskirina Dewleta Filistînê red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got, “Ev biryara xemsarane tenê xizmeta propagandaya Hemasê dike.”

“Ev sîleyeke li rûyê qurbaniyên 7ê Çiriya Pêşîn”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivîsî:

“Amerîka plana Emmanuel Macron a ji bo naskirina Dewleta Filistînê ya li Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi tundî red dike.

Ev biryara xemsarane tenê xizmeta propagandaya Hemasê dike û aştiyê ji holê radike. Ev sîleke li rûyê qurbaniyên 7ê Çiriya Pêşîn.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî bi tundî li dijî biryara Macron derket û eşkere kir ku  naskirina Filistînê di van şertan de “xelatkirina terorê ye û metirsiya wê yekê çêdike ku wekî mînaka Xezeyê, wekîleke din a Îranê were avakirin.”

Macron doh di nameyeke giştî de ji Serokê Filistînê Mehmûd Ebas re ragihandibû ku ew dê meha îlonê li New Yorkê di kombûna salane ya serokên cîhanê de Filistînê nas bike.

Di nameyê de wiha hatibû gotin: “Rûmeta min e ku ez piştrast bikim li gorî pêbendiyên we, Fransa dê di îlonê de dema ku ez biçim Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Filistînê bi tevahî wekî dewletekê nas bike.”

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne