Marco Rubio: Em pêşbînî dikin operasyonên me di 2 heftiyan de bi dawî bibin

.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ragihand ku hikûmeta welatê wî pêşbînî dike operasyona leşkerî ya li dijî Îranê di nava du heftiyan de biqede.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê her wiha diyar kir ku ew dikarin bêyî şandina hêza bejayî bigihin armancên xwe.

Marco Rubio piştî civîna wezîrên karên derve yên G7ê ya li Fransayê ji rojnamegeran re axivî.

Rubio li ser dema bidawîhatina operasyona li dijî Îranê got ku ew pêşbînî dikin di nava du heftiyên bê de bi dawî bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li ser armancên şer got ku artêşa welatê wî dikare bêyî şandina hêza bejayî ya ji bo nav Îranê bigihe hemû armancên xwe.

Rubio her wiha eşkere kir ku Wezareta Şer a Amerîkayê amade ye çek û teqemeniyên xwe ji Ukraynayê veguhêze Rojhilata Navîn da ku di vê operasyonê de bi kar bîne.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir