Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Rakirin Nexweşxaneya Amedê

.

Civaknas û nivîskar Dr. Îsmaîl Beşîkçî, li Amedê di Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê de dema ku diaxivî ji nişka ve nexweş ket.

Beşîkçî ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Dr. Îsmaîl Beşîkçî li Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê de piştî nîşandana belgefîlma 'Bizim Îsmaîl/Îsmaîlê Me' a li ser jiyana wî de  axivî û ji nişka ve nexweş ket.

Tîmên tenduristiyê Beşîkçî ji bo kontrol û tedawiyeke berfireh sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin.

Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay di wê deme de li salonê bû û li gel Îsmaîl Beşîkçî çû nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên ku Mehmet Can Azbay daye Rûpela Nû, xwîn rijiyaya ser mêjiyê Îsmaîl Beşîkçî û piştî midaxeleya destpêkê ew rakirine beşa lênêrîna awarte. Nuha li Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê

Nuha rêvebirên PWKyê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd û hezkirîyên Mamoste Îsmaîl Beşîkçî li nexweşxaneyê ne.

Rûpela Nû-Amed

 

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin