Malbatên kurdan li Nûneratîya Stenbolê ya PWKyê hatin cem hev

.

Li Nûneratîya Stenbolê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), roja 12.04.2026ê, malbatên  kurdan bi hev re taştêyek kirin û li ser rewşa heyî ya kurdan, Kurdistanê de sohbet kirin.

Piştî taştêyê Nûnerê Stenbolê yê PWKyê Cengîz Gungor û endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun ji ber beşdarîya wan spasîya beşdaran kirin.

Kasim Ergun di derbarê armanca vê çalakîyê û rewşa heyî de kurte axaftinek kir.

 

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk jî beşdarî vê çalakîyê bû û di derbarê girîngîya hevdîtinên bi vî rengî û nêrînên PWKyê di derbarê pêşhateyên vê dawîyê de axaftinek kir.

Helbestvan û sîyasetmedarê kurd, rêvebirê PWKyê Abdulmecît Kapazan jî bi navê "Kezî" helwesteke xwe xwend.

Serokê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurdan jî beşdarî vê çalakîyê bûn.

Çalakîya Nûneratîya Stenbolê ya PWKyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

12.04.2026

Buroya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

PDK: Pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Iraqê neqanûnî ye û em red dikin
Trafîka li Tengava Hurmizê zindî dibe: 3 tankerên qerase derbas bûn
JD Vance: Me bi Îranê re li hev nekir
Li Deriyê Sêmalkayê dê pergaleke nû ya gumrikê were sepandin
Eşwaq Caf: Em rê nadin aliyên Iraqî namzedê Serokkomariyê li ser Kurdan bisepînin