Macron serdana Hewlêrê dike û ligel Serok Barzanî dicive

.

Serok Barzanî û Macron dicivin 

Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja yekşema bê, serdana Herêma Kurdistanê dike û li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dê were pêşwazîkirin û ligel Serok Mesûd Barzanî bicive û rêz li wêrekiya Pêşmerge bigre.

Emmanuel Macron dawiya vê hefteyê bi mebesta beşdarîkirina civîna Lûtkeya Bexdayê, ku dê ji bo piştevaniya seqamgîriya Iraqê û navçeyê birêve biçe, serdana Bexdayê bike.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana Bexdayê, dê roja yekşemê bigihîje Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û dê ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve were pêşwazîkirin û ligel Serok Mesûd Barzanî bicive.

Piştî hevdîtin û civînên ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê, biryar e Macron serdana Mûsilê jî bike.

Emmanuel Macron yekem serokê welatekî derveyî navçeyê ye ku beşdarî Lûtkeya Bexdayê dibe.

Herwiha Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî, Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Şahê Erebistana Siûdî dê beşdarî Lûtkeya Bexdayê bibin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand