Macron: Nabe Ewropa bi ezezî li Îtalyayê re binêre

Serokomarê Fransayê daxwaz ji welatên Yekîtîya Ewropayê dike di warê darayî de li gel hev kar bikin bo ku bikarin rûbirûyê vîrusa Koronayê bibin.

Navenda Nûçeyan - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di nûtirîn çavpêketina medyayî de, tekezî li ser yekgirtin û li gel hev karkirina welatên Ewropayê kir di rûbirûbûna Koronayê de û got, “bêyî hevsozî û li gel hev karkirina Ewropayê di herdu warên darayî û tendirustî de, em nikarin bi ser vê qeyranê de zal bibin.”

Serokomarê Fransayê pirs kir, “Gelo Yekîtîya Ewropa û navçeya euro, xwe tenê li çend sazîyan girtîye yan Yekîtîya Ewropa bîr li gel hev karkirin û dabînkirina xercîyan dike di vê qeyranê de ku niha em girtine?”

Macron dibêje jî, “Girîng nîne pişka pare çend be, ew girîng e, li gel hev karkirina me ye çi bi rêya pêdana deyn bi hevdu û yan bi damezrandina budceya hevbeş.”

 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir