Macron: Êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî nayê qebûlkirin

.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî êrişa li ser mala wî ya li Dihokê, piştgiriya xwe ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir û tekezî li ser parastina serweriya xaka Herêma Kurdistanê kir.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.

Emmanuel Macron li ser pêwendiya telefonî ya bi Nêçîrvan Barzanî re bi Kurdî daxuyaniyek belav kir.

Macron êrişa ku vê sibehê li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li Dihokê hatibû kirin şermezar kir û wê bi rengê "nayê qebûlkirin" pênase kir.

"Serweriya Kurdistanê ji bo aramiya herêmê pêwîst e"

Macron amaje pê kir ku ev bipêşketin  "cihê dilgiraniyên kûr in" û di heman demê de ji bo 6 Pêşmergeyên ku vê hefteyê şehîd ketibûn sersaxî da Serokê Herêma Kurdistanê.

Serokkomarê Fransayê got, "Serweriya Îraqê û di nav de ya Herêma Kurdistanê, ji bo aramiya navçeyê pêwîst in."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Macron tekezî li ser wê yekê kir ku divê hemû hewl werin dayîn da ku rê li ber kişandina Îraqê ya nav alozî û bipêşketinên leşkerî yên li herêmê were girtin û got "Fransa li gel hevparên xwe yên Îraqî dimîne."

Kurdistan Haberleri

270 hezar koçberên Şingalê hîna li benda vegera malên xwe ne
Mohsen Rezayî: Trump cara sêyem e xiyanetê dike
Gelo Pêşmerge dê tevlî artêşa Îraqê bibin?
Bloomberg: Li Kuweytê ji ber ketina parçeyên mûşeka Îranê çend Amerîkayî birîndar bûn
NATO: Em dê alîkariya Pêşmergeyan bikin