Macron: Erdogan Sûriye dagîr kir daku şerê Kurd bike

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku tişta Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Sûriyê kiriye, destêwerdan e, ne hevkariyên Franasyê bo Lubnanê. Macron herwiha got ku “tişta ew li Sûriyê dike û şerê Kurd dike, ew destêwerdan e”.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di serdana xwe ya Beyrutê de rojnamevanan jê pirsî, Serokkomarê Tirkiyê gotiye tişta Fransa li Lubnanê dike kolonyalîzm e, hun li ser vê çi dibêjin?

Emmanuel Macron jî bersiv dide û dibêje ku “Erdogan bi xwe baş ji wan tiştan fam dike, tişta em dikin hevkarî ye, lê tişta ew li Sûriyê dike û şerê Kurd dike, ew destêwerdan e ne ku tişta Fransa dike.”

Macron wiha axivî:  “Ev gelekî asan e, dema Tirkiyê Sûriye dagîr kir daku şerê Kurd bike û êdî êrîşî bakurê Sûriyê kir bêyî razîbûna xelkê Sûriyê, bêyî razîbûna hikûmeta Sûriyê, eve ew tişt e ku jê re dibêjin destêwerdan. Lewra rêzdar Erdogan van tiştan baş dizane. Dema Fransa tê hevkariya xelkê Lubnan dike, li ser daxwaza xelkê Lubnanê ye û em bi awayekî dostane kar dikin, dema em behsa hevkariyê dikin, ew bi rastî hevkarî ye.”

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da