Macron: Divê serî li rê yên dîplomatîk bidin ligel Îranê

Ji bo ku şer û alozî dernekevin divê zemina gotûbêjê xweş bikin û serî li rê yên dîplomatîk bidin.


Serokê Fransayê ragihand ku Îran di demeke nêzik de ew ê bive gef ji ber ku xwediyê çekên atomî ye. Ji bo ku şer û alozî dernekevin divê zemina gotûbêjê xweş bikin û serî li rê yên dîplomatîk bidin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron derbarê nakokiyên navbera Amerîka û Îranê de got: "Eger Amerîka Îranê wek gef bibîne , em digîhîjin wê encamê ku dê Îran bive xwediyê çek ên atomî”
 
Macron da zanîn ku niha ti zanyarî nînin li ser wêya Îran dixwaze wan çekan bidest bixe û got: "Lewma  divê zemîna gotûbêjê were xweşkirin û rêyên diplomatîk bidin pêşiya xwe."
 
Serokê Fransayê destnîşan kir ku li ser asta wezîrê derve gotûbêj di navbera Fransa û Îranê de heye û gotûbêj jî berdewam in.
 
Emmanuel Macron wiha axivî: ""Eger Amerîka Îranê wek gef bibîne , em digîhîjin wê encamê ku dê Îran bive xwediyê çek ên atomî”. Lê eger bi awayekî berfireh, ti zanyariyeke nû li ber dest nebe. Xwesteka liserxwebûnê hebe, divê em jî zemîna gotûbêjê di siberojê de xweş bikin. Herçiqas divê em xwe ji pêngavên ber bi alozî û şerxwaziyê dûr bixin û bi pey gavên diplomatîk bikevin, dibe ferzkirina hinek cezayan jî bo dûrketin ji rêya leşkerî."


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike