Macron: Divê Kurdan di birêvebirina Hikûmeta Sûriyeyê de rol hebe

.

Serokê Fransayê ji Kurdistan24ê re ragihand: Divê peymana di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de bê bicîhanîn, herwesa divê HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bê kirin.

Serokê Fransayê Emanuel Macron îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen re ragihand: Divê Kurdan di birêvebirina Hikûmeta Sûriyeyê de rol hebe.

Serokê Fransayê tekez jî kir ku, divê peymana di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de bê bicîhanîn, herwesa divê HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bê kirin.

Emanuel Macron herwesa got: Ez çend caran bi Melûm Ebdî re axivîme û me karên baş ji Rojavayê Kurdistanê re kirine û agirbesta di navbera HSD û hikûmetê de ji bo ewlehiya deverê girîng e. Kur û keçên qehreman ên Kurd li şûna me li dijî terorê şer kir.

Navbirî amaje jî da: Em piştgiriyê didin serwerî û yekîtîya Sûrîyeyê û em rewşa Sûrîyeyê ji nêz ve dişopînin. Tekez jî kir: Em dê bê guman qurbanîyên HSDê ji bîr nekin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin