Macron: Divê aramî li Rojhilata Navîn demildest were pêkanîn

.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, di civîneke li paytextê Qibrisê, Lefkoşayê de ragihand ku vegera aramiya Rojhilata Navîn di demeke herî nêz de di berjewendiya her kesî de be. Macron destnîşan kir ku ji bo aboriya cîhanê û aramkirina bazarên navdewletî, pêwîst e rageşî li herêmê kêm bibe daku welatên cîhanê ji krîzên aborî werin parastin. Ev peyama Macron wekî bangeke ji bo dîplomasiyê hat nirxandin, nemaze di qonaxekê de ku alozî di navbera Waşinton û Tehranê de gihîştiye lûtkeyê û bandoreke nerênî li ser bihayên enerjiyê kiriye.

Li gorî nûçeya ajansa AFP’ê, ev daxuyaniya Macron bersivek bû ji bo Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku berê gotibû ew di dosyaya Îranê de di bin tu zextan de nîne. Trump li ser platforma xwe ya Truth Social ragihandibû ku "dem li dijî rêveberiya Tehranê dixebite" û pêdiviya wî bi lezûbezê tune ye.

 Macron bi van gotinên xwe bal kişand ser wê yekê ku dirêjbûna krîzê ne tenê ji bo aliyên şer, belkî ji bo tevahiya aboriya cîhanê metirsîdar e. Ev dubendiya di navbera Parîs û Waşintonê de nîşan dide ku welatên Ewropayê ji ber encamên aborî yên pevçûnan bi fikar in û dixwazin proseya lihevkirinê ya li Pakistanê zûtir encam bide.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan