Macron: Aramiya Sûriyeyê ne bi şer, lê bi rêya diyalogê pêkan e

.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, parastina yekparçebûna axa Sûriyeyê û mîsogerkirina aramiyê, tenê bi tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nava saziyên dewletê de pêkan e.

Macron îro 17ê Çileyê daxuyaniyek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û daxwaz kir ku hikûmeta Sûriyeyê demildest êrişên xwe rawestîne û hişyarî da ku berdewamiya bijardeya leşkerî ji aliyê Ewropayê ve nayê piştgirîkirin.

Serokê Fransayê destnîşan kir, şerê li dijî wan hêzên (HSD) ku mil bi milê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê şer kirine, karekî gelekî şaş e. Macron bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku li şûna şer, berê xwe bide diyalog û çareseriyên siyasî.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Fransa û Ewropa naxwazin êriş berdewam bikin û gihîştina rêkeftineke berfireh û giştgir, wekî yekane rêya rast a bidofîanîna aloziyan hat nîşandan.

Emmanuel Macron pêşwazî li biryarnameya Serokatiya Sûriyeyê ya derbarê mafên Kurdan de kir ku duh hatibû weşandin û ev biryar wekî "gaveke erênî" binav kir ku di arasteya rast de hatiye avêtin. Her wiha Macron tekez kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo proseyên danûstandinê bidomînin, da ku Sûriyeyeke yekgirtî û aştiyeke giştî were avakirin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin