Maas: Kompaniyên Almanî karkirina li Tirkiyê xeternak dibînin

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas di daxuyaniyekê de behsa nîgeraniya welatê xwe yên derbarê karkirina kompaniyên almanî li Tirkiyê de axivî û ragihand, ku kompaniyên almanî weberhênana li Tirkiyê bi metirsîdar dibînin.

Beriya serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğanî bo Elmanyayê, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas di daxuyaniyekê de nîgeraniyên Berlînê yên li ser têkiliyên aborî yên bi Tirkiyê re anî ziman.

 

Li gor medyaya Almanyayê jî kompaniyên wî welatî guvaşên li ser hikûmeta Almanyayê zêde kirine û daxwaza mîsogeriya yasayî dikin.

 

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas berî serdana Erdogan bo Almanyayê ji medya welatê xwe re axivî û da zanîn, ku kompaniyên Almanî karê weberhênanê li Tirkiyê bi xeternak dibînin û got: "Ev yek zêdetir ji bo karmendên Tirk bûye cihê metirsiyê. Eger karmendên Tirk bibin qurbaniyên dadweriya Tirkiyê, ev yek qet alîkariya zêdebûna daxwaza weberhênanê nake.

Kurdistan Haberleri

Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana koça dawî kir
Tirkiye di serlêdanên Schengenê de duyem e: Rêjeya redkirinê eşkere bû
Wezareta Pêşmergeyan: Amerîkayê em agahdar nekirine ku dê alîkariyan bibire yan na
Dara Bako û Zekeriya Goran li Almanyayê ji bo şaredariyan namzed in
Heyeta PWKyê Seredana GUNSÎAD, Baroya Amedê, DTSO, DÎSAyê Kir