Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’ da destpêkirin

Ma Musîcê ji bo pirtûka bi navê "Repertuara Stranbêjiyê" bigihîne zarokan, kampanyaya “Milyonek pirtûk, milyonek zarok” da destpêkirin.

Akademiya Ma Musîcê ku navenda xebatên wê Amed e, ji bo pewerdeya zarokan a muzîkê pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê” amade kiribû.

Akademiyê, ji bo pirtûkê bigihîne zarokan niha jî kampanyayek da destpêkirin. Ma Musîcê starta kampanyaya xwe ya “Milyonek pirtûk, milyonek zarok" da.

Li gorî nûçeya MAyê di vîdeoya ku di çarçoveya kampanyayê de hatiye weşandin de wiha hate gotin:

“Ji bo zarokên welêt bi stranên Kurdî mezin bibin me ev kampanya da destpêkirin.” Ji bo hemû derdoran jî ev bang hate kirin: “Pirtûk ji we, gihandina wan a zarokan ji me.”

Kesên dixwazin xwe bigihînin pirtûkê dikarin li vê hejmara telefonê bigerin: 

0549 108 15 15  

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand